Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Trêna bilez a ku ji Enqereyê ber bi Konyayê ve diçû û trênoka kontrolkirina rêyan li hev ketine. Li gor agahiyên berdest neh kes mirine 43 kes birîndar bûne.
Dema trêna bilez qeza kirî leza wê 80-90 Kîlometre/Siet bûye. Piştî qezayê du vagonên trêna bilez ji ser xeta xwe derketine û li pira ser-rêyê ketine. Pir bi ser trênê de hatiye xwarê.
Bûyer siet 6.30ê qewimiye.
Agahiyên ne zelal
Ajansa Anadolûyê ragihandibû ku trênê xwe li pira ser-rêyê daye. Walîtîya Enqereyê diyar kiribû ku trêna bilez li trêna nava bajarî ketiye. Wezareta Veguhestinê daye zanîn ku trênê xwe li trêna kontrolkirina rêyan daye.
Waliyê Enqereyê bi daxuyaniyekê diyar kiriye ku jimara birîndaran bûye 46 kes, birîndaran giran e.
(EKN/MB)