Fotograf: Medyaya Civakî
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Altindaxê navçeya Enqereyê, li parkekê pevçûnekê rû daye û di encamê de 2 kes birîndar bûne. Piştî ku hatiye gotun, gumanbar penaber in, niştecihên taxê êrîşî penaberan kiriye. Di encama êrîşê de mal û milk û wesayitên penaberan ziyan dîtine.
Li gorî nûçeya rojnameya Evrenselê duh bi şev (10ê Tebaxa 2021an) li Taxa Battaaziyê, li parkekê pevçûn di navbera du koman de derketiye ku sedema wê nehatiye zanîn. Li gorî îdiayê penaberê bi navê Y.A, Emîrhan Yalçin û Alî Yasîn Guler bi kêrê birîndar kirine û paşê reviyaye.
Niştecihên taxê piştî ku ji bûyerê agahdar bûne, li parkê kom bûne û êrîşî mal, dikan û wesayitên penaberan kirine û ziyan dane wan.
Walîtiya Enqereyê: 2 kes hatine desteserkirin
Walîtiya Enqereyê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşandiye û wiha gotiye: “Roja 10.08.2021 saet li derdora 21.30 deqîqean li navçeya Altindagê nîqaş di navbera du koman de derketiye û paşê veguhestiye pevçûnê. Di encamê de yek jê bi giranî du welatiyên me bi giranî birîndar bûne.
“Welatiyên me yên birîndar yekser li nexweşxaneyê hatine dermankirin û dermankirina wan dewam dike. Diyar bûye ku kesên du welatiyên me birîndar kirine, biyanî ne, 2 kes hatine desteserkirin. Ev bûyera xemgîn bi her awayî tê lêkolînkirin.” (EMK/FD)