Fotograf: Medya Civakî
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Dem Dema Kurdi ye(DEMDER) li Enqereyê nû ava bûye û wê xebatan derbarê kurdî de bikin.
Piştî ku di dema Rewşa Awarte(OHAL) de Komeleya Lêkolînê ya Çanda Kurdî hatiye girtin DEMDER ava bûye.
DEMDER ji bo fêrkirina zimanê kurdî weke platformek dijîtal ava bûye û wê ji bo vê deme hemû xebatên xwe li ser înternetê pêk bîne.
Onder Bayindir bi Emrûllah Acar ku ji Ajansa Mezopotamyayê re axiviye û diyar kiriye ku di 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê de bi kurmancî, kirmanckî/zazakî û soranî, şêwezarên kurdî ew ê dest bi qursan bike.
Bayindir destnîşan kiriye ku piştî KURD-DER li Enqereyê hatiye girtin saziyeke bi kurdî perwerdeyê bide nemaye.
“Xwedî derketina li ziman, xwedî derketina nasnameyê ye”
Bayindirî, li ser nêzîkatiya dewletê ya li dijî ziman jî rawestîya û wiha axivîye: "Alozîya pirsgirêka çareseriya Kurd, tesirê li ziman jî dike. Demê Kurdî tune be, tê wateya ku Kurd jî tune ne. Xwedî derketina ziman, xwedî derketina nasnameyê ye. Desthiladar vê yekê baş dizanin. Ji ber wê herdem li ser Kurdî polîtîkayê qirêj dimeşînin. Di pêvajoya aşîtiyê ya 2013'a de me di hêla ziman de pir pêşketin bi destxistin. Di heman demê de me 400 xwendekar perwerde dikir. Eleqeyek pir mezin hebû. Lê mixabin dema pêvajo qedîya dîsa astengiya li ser Kurdî destpêkirin."
“Astengiya herî mezin li dijî kurdî dewlet e”
Bayindir anîye ziman ku astengiya herî mezin li dijî kurdî dewlet e û wiha gotiye: "Eger dewlet dest ji polîtîkayê bişavtine berde wê demê çi astengî li ber ziman namîne. Em dikarîn bi tena serê xwe, bê alîkariya dewletê perwerdeya zimanê Kurdî bidin. Ev hêza me heye. Çikasî xabaten li ser Kurdî zêde bibin wê Kurdî hê bêhtir bi pêşva here. Ziman bi çand, huner, wêjeyê pêş dikeve. Di nav hemû astengîya de dîsa pirtûkê bi zimanê Kurdî gelekten nivîsandin. Ev pir girînge. Lê ya jê girîngtir dibe ku xwîner ji hebin. Ev jî bi perwerdehiyê dibe."
“Em dikarin di 6 mehan de hînî kurdî bikin."
Bayindir bal kişandiye ser têkiliya çand û ziman û wiha bi dawî kiriye: "Dem dema hînbûn û geşbûna Kurdî ye. Îro em dikarin ji ber pêşketinê tiştekî bikin. Dibê em karibin hemû amûrê dîjîtal bi kar bînin. Êdî tenê perwerdekirin jî ne bese, dibe em zimanê Kurdî li cîhanê bidin nasîn. Lazim e kesên ku bixwaze hînî Kurdî bibe em wan hîn bikin. Dema pêvajo xweşbu gelek xwendakarên me Tirk û Erep hebûn. Dibê em dîsa xwe bigihenin wan. Yê ku bixwazin hînî Kurdî bibin DEMDER ji bo wa fersend e. Ji bo tiştekî ne dereng e. Em dikarin herkesi di havbera 6 mehan de hînî zimanê kurdî bikin."
Ji bo serlêdanê bitikîne. (RT/AY)