Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Enqere Eryamanê li dijî malekê operasyon hat lidarxistin.
Operasyon saet 03:00ê destê sibehê ji hêla tîmên taybet ve hat lidarxistin. Di encama wê operasyonê de keseke ku tê îdiakirin endamê DAIŞê ye hat kuştin.
Soylu: Ew kes li Anitkabirê jî hatiye dîtin
Waliyê Enqereyê Ercan Topaca derbarê kesê ku hatiye kuştin de wiha got: "Gumanbar 3 caran di kamerayan da li texma Anitkabîr û meclisa berê hatiye dîtin. Piştî tesbîtê ji ber têkiliya bi DAIŞê re hindane bin çavdêriyê."
Hat ragihandin ku navê kesê ku hatiye kuştin Ahmet B.’ye, ew di 1992an de li Edeneyê hatiye dinê û qeyda wî yê nifûsê jî li Amedê ye.
Walî: Wê merasîmên 29ê Cotmehê û 10 Mijadarê werin lidarxistin
Topaca pirsa der barê qedexeya Walîtiya Enqereyê ya der heqê civîn û meşan da jî bersivand û got:
“Di nava raya giştî da têgihîştineke wisa çêbû wekî ku 29ê cotmehê û paşê 10ê mijdarê çalakiyên bibîranîna Ataturk jî hatin qedexekirin. Di nava vê qedexeyê da cejnên neteweyî û 10ê mijdarê roja bibîranîna Ataturk tunene. Ew çalakî dê bên kirin. Wekî dewlet bi îzna Xwedê emê tevdîrên hewce bistînin.”
(NV/YO)