Di dema çalakiyê de pankartek hate hildan ku li ser wê nivîsa “Bila hemû têkiliyên bi Îsraîlê re bidawî bibin – Îsraîla Kujer ji Filistînê Bicehime” hatibû nivîsîn. Her weha sloganên “Ji Rûbaran heta deryayê Filistîna Azad”, “Îsraîla Kujer ji Filistînê Bicehime”, “Ji Filistînê re Azadî, ji Îsralîlê re Boykot” berz kirin.
Li ser navê komhe Serdar Kîbar axivî û diyar kir ku ji 7ê Çiriya Pêşiyê ya 2023yan û heta niha di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de zêdetir ji 31 hezarî filîstînî mirine û zêdetir ji 73 hezarî filistînî birîndar bûne û nêzîkî 2 milyon filistînî bi darê zorê ji cihên xwe hatine kirin.
Kîbarî destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê ji bo êrîşî bajarê Refahê bike amadekariyan dike. Li gorî zanyariyan milyon û 300 hezar filistîniyan xwespartine vî bajarî.
Di dema çalakiyê de çalakgeran bertek nîşanî wan 18 welatan dan ku wê êdî alîkariya darayî nedin Ajansa Alîkariya bi Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk û Avadaniyê (UNRWA) ya Neteweyên Yekgirtî (NY) û her weha bertek nîşanî wan daxuyaniyên Îsraîlê dan ku UNRWAyê dikin hedef.
Kîbarî diyar kir ku digel êrîş li ser Xezeyê berdewam dikin têkiliyên ekonomîk yên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de berdewam dikin û xwest ku hemû têkiliyên bi Îsraîlê re bidawî bibin. (VC/FD)