Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Xebatkarên Aspavayê li Kolana Esatê ya Enqereyê 14ê Çiriya Pêşiyê, roja çarşemê li derdora saet 2.00ê kom bûne û êrîşeke homofobîk pêk anîne.
Koma êrîşkar pênc kes derb kirine ku yek ji wan jî U. ye. U. wiha behsa bûyerê kiriye:
“Em bi hevalên xwe re li ser Kolana Esatê ber bi Aspavayan dimeşiyan. Beriya ku em bigihêjin Aspavayê motorek li ba me sekini. Du kes bûn. Yê ku motor diajot got, ‘Qûnek! Qûnde! Hûn çi dikin li vir?’ û şîmaqek li hevalê me da. Me kir qîrin û bertek nîşan da. Li ser vê rewşê ber bi Aspavan meşiyan û çûn.
“Em jî çûn ber Aspavanê. Li wir 15-20 kes (kûryeyên Aspavanê) êrîşî me kirin. Em reviyan û ber bi mala xwe ve çûn. Sê kesan em şopandin û gotin ‘li taxa me qûnek hene, em ê nehewînin’ û êrîş kirin. Derb li me dan.”
U. got ew ê bi rêyên yasayî li mafên xwe bigerin. (EMK/FD)