Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Enqereyê duh bi şev êrîş birin ser kargehên Sûriyeyiyan. Kesek birîndar bû, polîsan mudaxeleyî êrîşê kirin.
Li ser îdiaya ku li Enqereyê li Demetevler a navçeya Yenîmahalleyê li ser Kolana 2yê Sûriyeyiyan li du kesan dane, duh bi şev komeke Enqereyê êrîş birin ser kargehên Sûriyeyiyan.
Li gorî nûçeya Mûhammed Bayramî nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA), di encama êrîşa bi kevir û beran kargehên Sûriyeyiyan zerar dîtin, camên gelek mal û kargehan hatin şikandin. Di encamê de kesek birîndar bû.
Gelek polîs ligel wesayitên polîsan ên mudaxeleya bûyerên civakî, çûn ciyê bûyerê.
Piştî mudaxeleya polîsan, Sûriyeyiyê ku ji hêla êrişkaran ve birîndar bibû rakirin nexweşxaneyê. (AS/FD)