Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilizî bitikîne
Li Enqereyê di saetên sibehê de ji ber parvekirinên wan polîsan operasyon biriye ser bikarhênerên medyaya civakî.
Partiya Kedê (EMEP) aşkere kir ku polîsan bi tohmeta “propagandaya rêxistine” kirine, bi ser mala Rêveberê partiya wan ê Enqereyê Rustem Kahraman û rêvebera navçeya Yenîmahalleyê Ozlem Boyraz Ozelê de girtiye. Kahraman û Ozel hatine desteserkirin.
Dîsa di heman çarçoveyê de 5 endamên Federasyona Klubên Ramanê (FKF) li Enqereyê hatine desteserkirin.
Polîsan kesên desteserkirî birine Şûbeya Dijterorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî ya 2yê Nîsanê, di navbera 26ê Adarê û 2yê Nîsanê de lêkolîna 454 hesabên medyaya civakî hatiye kirin. Derbarê 242 bikarhênerên medyaya civakî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Wezareta Navxweyî 26ê Sibatê aşkere kiribû ku ji ber operasyona li ser Efrînê rexne kirine û beşdarî çalakiyên protestoyî bûne 845 kes hatine desteserkirin. (AS/FD)