bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Li Enqereyê 5 rojnameger hatin desteserkirin
Li Enqereyê di encama serdegirtina malan de, editora Jin Newsê Sîbel Yukler, nûçegîhanên Jin Newsê Duygu Erol û Habîbe Eren û nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê Dîren Yûrtsever û Selman Guzelyuz hatin desteserkirin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Enqereyê di encama serdegirtina malan de 5 rojnameger hatin desteserkirin.
Jin Newsê destnîşan kir ku di dema serdegirtina malan de ji rojnamegeran re gotine ku “giliyê we hatiye kirin”.
Hat zanîn ku editora Jin Newsê Sîbel Yukler, nûçegîhanên Jin Newsê Duygu Erol û Habîbe Eren û nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê Dîren Yûrtsever û Selman Guzelyuz hatin desteserkirin.
Rojnamegerên ku polîs li malên wan geriyan piştî kontrola tenduristiyê wê ji bo Midûriyeta Têkoşîna Dijterorê ya Enqereyê bên şandin.
Jin News û Ajansa Mezopotamyayê di dawiya meha îlonê de dest bi weşanê kiribûn. (ÇT/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.