Li Enqereyê îro di danê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin.
Di encama serdegirtinên malan de endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ên bi navên Kahraman Yilmaz, Alî Yildiz, Gokçe Otlu û Burcu Durak hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê kesên desteserkirî birine Şaxa TEMê ya Enqereyê. Sedema desteserkirina endamên ESPê diyar nîne.
Hat destnîşankirin ku pirsgirêkên girîng ên tenduristiyê yên Kahraman Yilmaz hene û dê di roja duşema pêşiya me dê emeliyata mejî bûbûya.
(AY)