Fotoğraf: Gazete Karınca
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê xwestine li Enqereyê ji bo 5em salvegera qetlîama Pirsûsê bernameyek bîranînê pêkbînin. Lewra polîsan rê nedaye bernameyên bîranînê bê pêkanîn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîsan bîranîn dorpêç kiriye û destûr nedaye bername bê pêkanîn û girtina dîmen û wêneyan a rojnamevan û welatiyan jî asteng kiriye. Her weha polîsan ji nişkeve mudaxileyî bernameyê kiriye û bi dehan desteser kirine.
Hatiye diyarkirin, Kuçeya Konûr û avahiya Rêxistina ESPê ya Enqereyê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.
Stenbol
Li Kadikoya Stenbolê jî polîsan midaxeleyî kesên ku ji bo bîranînê kom bûne kiriye.
Li gorî zanyariyên ku Gazete Karincayê belav kirine, tevî midaxeleya polîsan rêxistinên ciwanan xwestin li ber Operaya Sureyya ya Kadikoyê daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsan li vir jî bi gazê û guleyên plastîk mudaxileyî ciwanan kiriye û gelek kes desteser kirine. (EKN/AY/FD)