Xebatkarên dezgeha weşanê ya Almanyayê Deutsche Welle (DW) yê îro dest bi greva hişyariyê kirin.
Xebatkarên DWyê yên endamên sendîkayê ne, li ser banga Sendîkaya Karên Xizmetê ya Yekgirtî (Ver.dî) di çarçoveya greva hişyariyê ya ku li gorî saeta herêmî di saet 02:00an de li Bonnê dest pê kiriye de, heta saet 06.00ê 14ê Mijdarê dest ji kar berdane.
Greva hişyariyê ya ku danê vê sibehê saet di 06:00an de li avahiya DWyê ya Berlînê dest pê kir, wê 14ê Mijdarê saet di 02:00an de biqede.
Sendîkaya Rojnamegerên Elman (DJV) û Sendîkaya Medyayê (VRFF) jî îro saet di navbera 12.00-14.00an de banga çalakiya hişyariyê kirin.
DW zimanê tirkî jî di nav de bi 32 zimanan weşanê dike.
Her xebatkarek azad e ku beşdarî greva hişyariyê bibe, ku li gorî xala 9 a Destûra Bingehîn a Almanyayê ev mafek e.
Sendîkayan piştî ku di gera şeşemîn a hevdîtinên peymana komî de lihevkirinek pêk nehat, biryara greva hişyariyê dan. Hevdîtinên peymana komî yên bi rêveberiya DWyê re di meha Tîrmehê de dest pê kiribû. Sendîka ji bo 12 mehan daxwaza zêdekirina ji sedî 10,5ê mûçeyan dikin. Rêveberiya DWyê dixwaze ji sedî 3,1 zêde bike.
Danûstandinên peymana komî ji bo 1,800 xebatkarên daîmî û 2,000 xebatkarên serbixwe ne ku di DWyê de dixebitin.
(HA/AY)