Fotograf: bianet / arşîv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Walîtiya Şirnexê aşkere kiriye kul i Elkê, navçeya Şirnexê çûn û hatina hin deveran heta 5ê Tebaxê qedexe ye.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê ya ku di malpera fermî de hatiye dayîn, herêmên hatine qedexekirin ev in: Çemê Red (Çoltara Gundê Bilbêsê), Girê Okuzbûrûn, Çemê Kanîreş, Çemê Balli.
Biryara qedexeyê 29ê Tîrmehê saet di 17.00ê de destpê kiriye û wê heta 4ê Tebaxê saet 24.00ê dewam bike.
Walîtiyê biryara xwe spartiye Xala 11an û 66an a Qanûna Birêvebirina Bajaran a Hejmara 5442yê û gotiye ku “Ji bo dabînkirina ewlehiya netewî, parastin û ewlehiya pergala civakî, pêşîlêgirtina sûckirinan, parastina maf û azadiyên bingehîn û maf û azadiyên kesên din û asayîşa giştî, pêşîlêgirtina bûyerên tundkariyê û pêşîlêgirtina her cûre bûyerên neyênî” ev biryar hatiye dayîn.
Walîtîyê li herêmên di navbera Girê Dona, Girê Meşkûl, Girê Çali, Girê Avasipî, Girê Kel, Girê Ûç, Girê Berereş, Girê Memê, Girê Dolap, Çemê Gilatê, Pişta Mûjilî yên gundê Elemûnê yê navçeya Qilebanê jî ji bo 15 rojan qedexe kiribû. Qedexeya van herêman jî 27ê Tîrmehê saet di 19.00ê de dest pê kiribû û wê 10ê Tebaxê saet di 24.00ê de bi dawî bibe. (AS/FD)