Serê salê ku êvara 13ê Kanûna Paşiyê ji aliyê Kurdan ve tê pîrozkirin. Serê sala Kurdan weke salên berê îsal jî wê li gelek bajaran bi aktîvîteyên cuda were pîrozkirin.
Li Êlihê di çalakiya serê salê ya îsal de wê gelek hunermend derkevin ser dikê û şano were pêşandan. Bernameya serê salê ya îsal wê ji aliyê Rojnameya Batman Burada ve were organîzekirin.
Êlih
Bernameya li Êlihê wê li Salona Dawetê ya Elegance ya li Taxa Korikê were lidarxistin. Di aktîvîteya ku dê bi serenavê “Serê salê binê salê” dest pê bike de hunermend Aram Serhat, Şêrzat, Evîn Bati, Koma Sorjiyan, Omer Yeşîl, Baran Çelebî, Kolektîfa Rîtmên Azad û dengbêj dê stran û klamên xwe bêjin.
Amed
Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê jî di 13ê Kanûna Paşiyê de bi hevkariya Îva Organîzasyonê bi boneya “Sersala Kurdan” li Salona Dawetê ya Avayê ku li Semta Dîclekenta Peyasa Amedê ye dê saet di 19.00an de pîrozbahiyekê li dar bixe.
Di pîrozbahiyê de hunermend Azad Bedran, Hediye, Kadîr Çat û dengbêjên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dê derkevin ser dikê û stranên xwe pêşkêş bikin.(AY)