Şaredariya Êlihê bi hevkariya Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEWKURD), Şaxa Êlihê ya Egitim Senê û Komeleya Lêkolînên Ziman Û Çandê a Ariyê (ARI-DER) dê di navbera 16 û 20ê Çiriya Pêşiyê de Rojên Pirtûkên Kurdî li dar bixe.
YEWKURDê li ser hesabê xwe yê Xê destnîşan kir ku dê hemû weşanxaneyên Kurdî tevlî pêşangehê bibin.
Hevserokên Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik jî li ser pêşangeha pirtûkan daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha gotin:
“Ev pêşangeh ji bo jiyîn, pênasekirin û bipêşxistina çand û zimanê Kurdî gaveke girîng e ku hatiye avêtin.
Yekîtiya weşanxaneyên Kurdî û hatina wan a cem hevdû, nîşandana berheman ji bo gelê me gelekî hêja ye.
Ziman û çanda me bi bername û çalakiyên bi vî rengî wê xurttir bibin.
Ji ber ku em dê li Êlihê mazûvaniya pêşangeheke wisa hêja bikin em gelekî kêfxweş in. Em tevahiya gelê xwe vedixwînin pêşangehê.”
Bernameya pêşangehê weha ye: