Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Êlihê li dijî derbekirinê ji hêla HDP, DBP, KCD û KJAyê ve mitînga demokrasiyê hat lidarxistin.
Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dicle, Parlementerê HDPê û Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Baluken û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel beşdarê mitîngê bûn axaftinan kirin û di mitîngê de peyama ‘Li hemberî her derbekirinê, demokrasiya radîkal’ hat dayîn.
Li gorî nûçeya Yuksekova Haberê axaftinên li mitîngê bi vê rengî ne:
Dicle: Di 1922an de qanûna Xweseriya Kurdistanê hat erêkirin
Hevserokê Giştî yê KCDê Hatîp Dicle di axaftina xwe de wiha got:
‘Gelê kurd destûr neda hewldana derbeya 15ê Tîrmehê û nade jî.’
‘Tirkiye ji bo beşdarbûna Yekîtiya Ewropayê muzakereyan dike. Endamê dewletên G-20ê ye lê hêjî bi derbeyan re rûbirû ye.’
‘Di çarçoveya operasyonên li dijî derbekaran de fermandarê li Girava Îmraliyê berpirsyar ji peywîrê hat girtin. Em wekî gelê kurd ji rewşa Ocalan bi fikar in, tu daxuyaniyên di vê derbarê de me têr nakin. Divê demil dest ji bo gel ji tenduristiya Ocalan agahiyê bigire, divê heyetek û malbat biçe Îmraliyê û demil dest gel di vê der barê de bê agahdar kirin.’
‘Di qanûnname ya 1921an de Kurdistan xweser bû. Piştî salek şûnde ew statuya xweseriya Kurdistanê weke qanûn jî hatibû erêkirin.’
‘Lêbelê piştî Lozan û damezirandina komarê re rihê yekîtiyê hat tinekirin, di serî de gelê kurd li dijî her aliyan hewldana tirkkirinê dest pê kir. Çavkaniya derbekirinan ev e.’
Baluken: Ketine pey wî dîktadorê
‘Em bi trîlyanan pere ve mirîng li dar naxin. Bila wiha li kamerayê binêrin û Êlihê bibînin. Ew partiyên yekperest ku digotin; ‘yek dewlet, yek netew’ niha ketine pey wî dîktatorê û bi hev re tevdigerin.’
‘Ew partiyana nû nehatine cem hev. Em dizanin ku ew partiyana bi şerên ku li Kurdistanê didan meşandin ve li hev kiribûn.’
‘Piştî hewldana derbekirinê Erdogan weke ‘qehreman’ hat îlankirin. Destê xwe bidin sev wicdana xwe, însaf...’
‘Em salek e dibêjin ku Erdogan ji qesrê derbeyek pêk aniye. Yê ku derbe kiribe bi ti awayî nabe li dijî hewldana derbeyê bibe.’
Tuncel: We krîzê mezintir kir
‘Yên ku eniya milî avakirinê, li vê welatê bûne sedema derbekirinana, wan gelê kurd tine hesibandine.’
‘Vaye em careke din jî ji vir dibêjin. Eger hûn di vê riyê de îsrar bikin wê krîza heyî zêdetir mezin bibe.’
‘Em weke DBPê li vir in ku berxwedana azadiya kurd zêdetir bikin. Eger li Kurdistanê aştî nebe, li Tirkiyeyê jî nabe.’
‘Ji nû ve înşakirina Tirkiyeyê bêyî kurdan nabe. Yê ku pêwiste ew ku gelê kurd û rêberê gelê kurd azad bibe.’
‘Yên ku faşîzmê li hemberî gelê kurd pêk tînin bila bizanibin ku gelê kurd her tim ber xwe daye. Vaye Minbiç tê rizgarkirin û wê azad bibe. Vaye Kobanê azad e. Vaye dema azadbûna Kurdistanê ye.’
(EKN/YO)