Wezareta Karên Navxweyî duh qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdîn, Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê kir. Her sê şaredarî di bin rêveberiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan(DEM) de ne.
Piştî qeyûm ji bo Şaredariya Êlihê hat wezîfedarkirin, li kolanên bajêr bi çepik û dirûşmeyan çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîsan bi guleyên plastîk, ava şid û gaza îsotê êrişî çalakiya gel kir. Gelê ku tevî êrişî jî gav paşde neavêt, li ber xwe da.
Di dema çalakiyan de endamên meclisa şaredariyê jî di nav de herî kêm 60 kes hatin desteserkirin. Hinek navên kesên hatin desteserkirin wiha ne:
“Adem Tufan, Hatîce Sonuk, Mîzgîn Sonuk, Muzaffer Yildirim, Urmiye Sonuk, Emîn Yildiz, Sûltan Acar, Aliye Tok, Şîlan Aydin, Fîkret Soysal, Sîbel Sûna, Veysî Açikalin, Ozdemîr Çelik, Tacettîn Sevaci, Gulşen Kornaz, Îbrahîm Ozsûna, Elîda Koç, Hamza Gok, Dîlan Acar, Yûsûf Kaya, Abdulsamet Hîso, Ramazan Bîlmez, M. Can Bariş, Mûhsîne Bariş, Serdar Bariş, Salîh Tekîn, Selîme Cengîz, Mûsa Eren, Destegul Daş, Mehmet Salih Bayindir.”