FOTO - GALERÎ
Li Êlihê 1ê Gulanê hate pîrozkirin
Fotograf: Semra Yansit
Karker û kedkaran li Êlihê 1ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanî li Parka 8ê Adarê pîroz kir.
Karker û kedkar ji bo 1ê Gulanê Cejna Karkeran pîroz bikin li Parka 8ê Adarê kombûn. Bi hezaran kedkar bi dirûşmên "Bijî bexwedana kedkaran", "Bijî yek Gulan" û "Jin jiyan azadî" ber bi qada pîrozbahiyê ve meşiyan. 
Di dema pîrozbahiyê de sendîka, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û aktîvîst bi pankart û alên xwe, daxwaz û bendewariyên xwe nîşan dan. Sendîkaya Egitim-Senê jî bi pankarteke kurdî, daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê kir.


Meclîsa Ciwanên Partiya Kesk a Çep (YSP) li piş pankarte ku li ser wê "Israra di Sosyalîzmê de israra di mirovbûnê de ye" hatibû nivîsîn, meşiya.

Sendîkayan li ser pankartên xwe bi kurdî û bi tirkî "Bijî 1 Gulan" nivîsandibûn.



Li her devera parkê, çalakvanan govend digerand.


(SY/FD)
“Mihrîcana kayûm ne mihrîcana çanda Amedê ye"
Wênesaz Eyşe Qerecdax: "Jin bi keda xwe û enerjiya xwe jiyanê ava dikin
“Girtîgehên Ewlekariya Bilind tenê navên nû yên rejîma tecrîdê ne”
"Di kuştina Vedat Aydinî de dewlet berpirsiyar e"
"Desthilatdar LGBTI+an dike hedef, mixalefet bêbandor e"