Li Êlihê bi deh hezaran karker û kedkar ji bo 1ê Gulanê Cejna Karkeran pîroz bikin li Parka 8ê Adarê kombûn. Bi hezaran kedkar bi dirûşmên “Bijî bexwedana kedkaran”, “Bijî yek Gulan”, û “Jin jiyan azadî” berbi qada pîrozbahiyê meşiyan.
Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Namzetên Partiya Çep a Kesk (YSP), Parlamenterên HDPê yên Êlihê Feleknas Ûca, Mehmet Ruştu Tiryakî, Ayse Başaran, nûnerên Partiya Komarî ya Gel (CHP), aktîvîstên TJAyê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Baroya Êlihê û bi hezaran zarok, ciwan û kedkar beşdarî mitîngê bûn.
Li ser dikê pankartên ku nivîsen "Perwerdehiya Bi Zimanê Xwe Xeta Me Ya Sor e", Zimanê Me Rûmet û Hebûna Me Ye" "Di Sosyalîzmê de Îsrar bûyîn, Di Mirovahiyên de îsrar bûyine", û "Li dijî şer, kedxwariyê, feqîriyê û bêewlehiyê em têkoşînê berfireh dikin, bijî 1’ê Gulanê” hatin vekirin.
"Em ê te bişînin Erdogan"
Mîtîng bi rêzgirtinê destpêkê kir. Piştî rêzgirtinê namzetê YSPê Keskin Bayindir axivî û weha got: “Polîtîkaya desthilatdariya AKP û MHPê têk çû. Êdî ji bo pêşeroja gelan tu baweriya wan nemaye. Du hefteyê wan mane. Em ê bi sekna we û bi alîkarî û piştgiriya we wan têk bibin. Li vê qadê û li ser vê dikê ez dibêjim ku 'Em ê te bişînin Erdogan, Em ê te bişînin’"
"Têkoşîna 200 sal berê hê jî berdewam dike"
Piştî axavtina Bayindirê Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin axivî û weha pêde çû: "200 sal berê li dijî koletiyê têkoşîn hat dayîn. Ev têkoşîn hê jî li vî welatî tê dayîn. Li Tirkîyê gelek kes ji 8 seatan zêdetir dixebite. Hê ew pergala wekheviyê cîbicî nebûye. Îro gelek kedkar ji 14 seaten zêdetir dixebite lê hê jî heqê keda xwe nagrin. Pêwîste ku em li hemberê vê pergala qirej bin"
Bi hezaran kedkar bi durişmêyen "Bijî 1ê Gulan" û "Bê Ziman Jiyan Nabe" berz kirin.#yekegulane #1eGulane #1MayisEmekveDayanismaGunu @bianet_kurdi pic.twitter.com/asnhETLVGG
— Semra yansit (@semra_yansit) May 1, 2023
"Ji coşa 1ê Gulanê ber bi 14ê Gulanê ve em ê biçin"
"Ev desthilatdar dijminê jin, zarok, kedkar û Kurdan e. We bi xwe jî mînakên şênber dît ku ev deshilatdar bi dijminên jinan re hevkarî dike. Lê em ê bi coşa 8ê Adarê, 21ê Adarê û 1ê Gulane ber bi 14ê Gulanê ve biçin. Em ê dengeka xwe bidin YSPê û ya din jî bidin Kemal Kılıçdaroglu"
Di navbera axaftinan de gel bi bi coşekî mezin govend gerandin. Bi stranên Koma Kemançe, Rîtmê Azad û hunermend Agît Işik mîtîng dawî bû.
(SY/AY)