Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Berevaniya Netewî aşkere kiriye ku bi balafirên maket li Êlîhê êrîşî Fermandariya Sîstemên Balafiran ên Bêmirov û li Şirnexê jî Fermandariya Tumena Piyadeyan a 23yem kirine.
Walîtiya Êlihê diyar kiriye ku hewl êrîşê saet di 23.10 deqîqeyan de pêk hatiye û ev zanyarî dane: “Bi sê balafirên maket hewla êrîşê kirin. Balafirên maket bêbandor hatin kirin. Ti ziyan çênebûye.”
Wezareta Berevaniya Netewî jî derbarê êrîşan de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha nivîsandiye:
“Hewl dane ku bi balafirên maket êrîşê bibin ser Fermandariya Sîstemên Balafiran ên Bêmirov a li Êlihê û Fermandariya Tumena Piyadeyan a 23yem a Şirnexê, bi saya baldariya personelên me yên yekîneyan û tedbîran ti ziyan çênebûye. Li yekîneyên me tedbîr hatine zêdetirkirin.”
Li Amedê jî êrîş pêk hatibû
Di 18ê Gulanê de saetên şevê bi balafirên maket êrîşî ser Fermandariya Jetan a Esasî ya 8em a Amedê kiribûn.
Wezareta Berewaniya Netewî diyar kiribû ku di dema êrîşê de “ti ziyan çênebûye” û wan tedbîr zêdetir kirine.
(TP/FD)