Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Muhammed Emirê Efrînî yê 57 salî ku li Girtîgeha Tîpa Eyê ya Elbîstana Mereşê dihate gitin, 2yê Çiriya Paşiyê piştî ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Elbîstanê, can daye. Cenazeyê Emîrî piştî birine morga Saziya Tipa Edlî, li Stenbolê li goristana bêkesan hatiye binaxkirin.
Pero Dundar, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê derbarê mijarê de pirsiyarnameyek daye Parlamentoyê û gotiye Emir ji ber Covid-19ê miriye. Dundarê wiha gotiye:
“Girtiyên li Girtîgeha Elbîstanê tên girtin bi rêya telefonê ji malbatên xwe re gotine li girtîgehê gelek girtî bi şewbê ketine, hemû girtî 15 rojan hatine karantînekirin, rewşa hinekan giran e, bi qasî hewce dike nayên dermankirin û dibe ji ber şewbê gelek girtî bimirin.
“Behçat Şîmşek, bi rêya telefonê bi kurê xwe Salih Şîmşekê girtî re axiviye û ji çapemeniyê re gotiye ku kurê wî di dema axavtinê de zehmetiyan dikişîne.
“Şîmşekî diyar kiriye ku beriya 15 rojan rêveberiya girtîgehê li wî geriyaye û gotiye ‘girtiyên edlî bi koronavirusê kiten. Ti pirsgirêkên girtiyên din nîne, meraq nekin’ û kurê wî ji wî re wiha gotiye: ‘Em hemû bi koronavirusê ketin, 15 roj in em di karantînayê de ne. Hevalê me Mûhammed Emîr ji ber koronayê can da. Tenê dermanan didin me. Hevalên me yên rewşa wan giran hene.’
“Piştî mirina Mûhammed Emîrî, Nexweşxaneya Dewletê ya Elbîstanê di 2yê Çiriya Pêşiyê de raporek amade kiriye û tê de gotiye ji ber ‘şewbê / mirina xwezayî” can daye.”
Dundarê her weha ji bo derbarê rewşê de zanyariyan bide, hin pirs ji Abdulhamit Gul, Wezîrê Edaletê kiriye. (AS/FD)