Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li herêma Qebr El Mukrî ya El Baba Sûriyeyê Hêzên Çekdarên Tirkan(TSK) û DAIŞê şer kir.
Di şerî de serbazekê pispor mir, pênc leşker birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya TSKyê vê sibeyê belav kiriye, TSKyê 23 çekdarên DAIŞê kuştine.
Birîndarek li Dîlokê çar birîndar li Kilîsê ne
Şeva dî leşkerên ji bo Mertalê Firatê çûbûn Sûriyeyê bi DAIŞê re şer kiriye.
Li gor daxuyaniya Serokerkaniya Leşkerî ya Tirkiyeyê, serbazê 25 salî yê ji Ordûyê, Kerem Çalişkanci miriye.
Ji pênc leşkerên birîndar bûyîn birîndarek li Dîlokê û çar birîndar li Kilîsê li nexweşxaneyan têne dermankirin.
55 leşker mirine
Di 24ê Tîrmeha 2016ê de TSKyê digel Artêşa Azad a Sûriyeyê li Sûriyeyê dest bi operasyonan kir.
Operasyona li ser El Babê di 9ê Kanûna Pêşiyê ya 2016ê de dest pê kiribû.
Di operasyonan de heta niho 55 leşker mirine.
(AS/MB)