Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li El Babê çekdarên DAIŞê duhî êrîşî leşkerên Tirkiye kirine. Di êrîşê de Ayhan Elyamanciyê serbaz miriye.
Herweha di êrîşê de du leşker jî birîndar bûne.
Leşkerên birîndar li Dîlok û Kilîsê têne dermankirin.
Termê Elmaciyî piştî otopsîyê dê ji bo bajarê wî Izmîrê bê şandin.
56 leşker mirine
Di 24ê Tîrmeha 2016ê de TSKyê digel Artêşa Azad a Sûriyeyê li Sûriyeyê dest bi operasyonan kir.
Operasyona li ser El Babê di 9ê Kanûna Pêşiyê ya 2016ê de dest pê kiribû.
Di operasyonan de heta niho 56 leşker mirine.
(EKN/MB)