Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di 182. roja operasyona Mertalê Firatê ku TSK û OSO bi hevparî pêk tînin de leşkerek mir, 2 jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku dema li qada ku ji DAIŞê hatiye paqijkirin de leşkeran pajijî pêk dianî, wesayîta wan rastî bombeya bicihkirî hatiye û di encama teqînê de serbazê bi navê Yavuz Işçan canê xwe ji dest da.
Bi vî awayî hejmara leşkerên ku di Operasyona Mertalê Firatê de canê xwe ji dest da, derkete 74an.
(ÇT/YO)