Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li Elbabê di şerê di navbera Hêzên Çekdarên Tirk(TSK) û DAIŞê de du leşker mirine 15 leşker birîndar bûne.
Li gor daxuyaniya TSKyê 15 leşkerên birîndar li nexweşxaneyan têne dermankirin.
Herdu leşkerên mirîn bi helîkopteran ji bo Êlihê hatine anîn.
58 leşker mirine
Di 24ê Tîrmeha 2016ê de TSKyê digel Artêşa Azad a Sûriyeyê li Sûriyeyê dest bi operasyonan kir.
Operasyona li ser El Babê di 9ê Kanûna Pêşiyê ya 2016ê de dest pê kiribû.
Di operasyonan de heta niho 58 leşker mirine.(NV/MB)
Wêne: Huseyin Nasır - Sûriye/AA