Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Hêzên Çekdar ên Tirk(TSK) li El Babê operasyonek pêk anî. Di operasyonê de bi DAIŞê re şer derket. 4 leşker mirin û 15 leşker birîndar bûn.
Li gor nûçeya Hasan Kizilbaşî ji bo Ajansa Nûçeyan a Doganê(DHA) ji Dîlokê nivîsî: Li dora nexweşxaneya berê ya El Babê şer derketiye.
Di şerî de 4 leşker mirine û 15 leşker birîndar bûne.
Leşkerên birîndar ji bo nexweşxaneyên Kilîs û Dîlokê hatine birin.
TSKyê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku şer hê jî li hinek deran dom dike û heta niho ji 40an zêdetir DAIŞî mirine.
25 leşker mirine
TSKyê di 24ê Tebaxê de digel Artêşa Azad a Sûriyeyê “Operasyona Mertalê Firatê” dabû dest pê kirin. Heta niho di operasyonê de 21 leşkerên Tirkiyeyê miribûn. Bi mirina çar leşkerên dî jî hejmara leşkerên mirîn bû 25.(EKN/MB)