Ji bo nûçeya Tirkî bitkikîne
Li berava Gokovayê ya Mûglayê siet 01.31ê bi pileya 6,3 erd hêjiya. Li Tirkiyeyê ti kes ji ber erdhêjê nemirine lê li Girava Kosê ya Yûnanistanê du kes mirine.
Erdhêjê ji 7,8 kîlometreyan ji kûraya erdê dest pê kir.
Şaredarê Bodrûmê Mehmet Kocadonî gotiye:
“Rêyeka me heziya. Xebatkarên şaredariyê rê dîsa çêkir. Şelîtên kelekên li ser avê qetiyane. Zerer li hin kelekan bûye.”
Qeymiqamê Bodrûmê Bekir Yilmazî got:
“Erdhêjeka mezin bû lê xweşbextane ye ku li navçeya me xanî herî zêde du qetî ne. Vê yekê rê li ber felaketeka mezin girt. Heta niho 70 kesên birîndar gihane nexweşxaneyan.”(NV/MB)
Wêne: Yaşar Anter - Bodrum/DHA