Fotograf: Emin Mengüarslan - İzmir/AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî agahiya ku li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Lezgîn û Karesatê (AFAD) li Behra Egeyê di saet 11.39an da bi lerza 4,8 erd hejiya ye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê erdhej 11,85 kîlomêtro nêzîkî gundê Urkmezê yê Seferîhara navçeya Îzmirê û 8,19 kîlomêtro jî nêzîkî Kendava Kuşadasiyê çêbûye. Hat ragihandin erdhej 18,47 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.
Erdhej bûye sedema metirsiyê û niştecih ji mal û kargehên xwe derketine derve.
Hefteya borî jî Îzmîr bi lerza 3.2yan erd hejiya bû. (EMK/FD)