Çekdarên Talibanê li Kabula paytextê Efxanistanê, agir berdaye lîseyeka qîzan.
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Nasrat Rehîmî daxuyanî daye û gotiye ku çekdaran agir berdaye Lîseya Qîzan a Bûye Zarê.
Rehîmî got ku “dibistan hemû şewitî û êdî nema tê bikaranîn.”
Berdevkê Wezareta Perwerdeyê Nûriye Nuzhetê jî got ku 70 xwendekaran di lîseya qîzan da dixwend, ji ber ku dibistan şewitî perwerde sekinî.
Nuzhetê destnîşan kir ku berê jî rêxistinên terorê bi vî rengî êrîşî dibistanên qîzan kirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Talibanê hat dayîn, hat îdiakirin ku çekdaran agir bernedaye lîseya qîzan.
(MB)
Çavkanî: İbrahim Atmaca | AA