Li Efxanistanê li navenda wilayeta Zabulê li ber avahiya îstixbaratê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hatiye kirin. Ji ber êrîşê 15 kes hatine kuştin û 66 kes birîndar bûne.
Li gor agahiyên rayedarên ewlehiyê li herêma ku êrîş hatiye kirin Nexweşxaneya Zabulê jî heye û nexweş û xizmên wan jî birîndar bûne.
Nasrat Rehîmiyê Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî daxuyanî da rojnamevanan û got ku ji ber êrîşê 15 kes hatine kuştin û 66 kes birîndar bûne.
Rehîmî diyar kiriye di nav kesên hatin kuştin da 2 polês hene û got ku hemû birîndar jî kesên sivîl in.
Talibanê diyar kir ku wê êrîş kiriye û îdia kir ku ji ber êrîşê gelek hêzên ewlehiyê û xebatkarên îstixbaratê hatine kuştin.
(MB)
Nihat Kavşut | AA