Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Berdevkê Hewldana Nifşê 78an Celalettîn Can, ji ber piştgiriya rojnameya Ozgur Gundemê kiriye û rojekê bûye berpirsê weşanê yê rojnameyê, bi sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatibû cezakirin.
Can wê îro bikeve girtîgehê.
Rojnameya Ozgur Gundemê, bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnan de hatibû girtin.
Celalettîn Can ji bo karûbarên wî yên qanûnî bikin, çû Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Li vir kiryarên xirab lê kirin. Destên wî kelemçe kirin û ew bi wî şêweyî birin nexweşxaneyê. Paşê jî li qereqola edliyeyê ew xistin hicreyê.
Saet di 17.30 deqîqeyan we wê bibin Metrîsê
Mafparêz Nîmet Tanrikûlû ji bianetê re got ku ew û Celalettîn Can saet nêzîkî 10an çûn edliyeyê:
“Sê dadwerên li dadgeha cezayê giran 12 roj in li dosyayê nenêrîne. Îro roja 13an e û hîna lê nenêrîne. Piştî karûbarên li dozgeriyê Celalettîn radestî polîsan kirine. Niha di hicreyê de ye. Êvarê saet di 17.30 deqîqeyan de wê wî bibin Metrîsê. Min gelekî xwest wî li derve bidin rûniştandin û min got wî bi xwe xwe radest kiriye lê guh nedan. Saet li derdora 2an min xwarin bir ji Celalettînî re Lê gotin ew birine nexweşxaneyê û gotin ev tiştekî rûtîn e. Liv û tevgerên wan ne baş bûn. Piştî demekê Celalettîn hat, kelemçe li destan xistibûn. Ji ber li dijî vê rewşê derketiye, komîserekî kiryarên nebaş lê kiriye. Bi kelemçeyê û tevî polîsan ew birine cem doktor. Dîsa ew birin hicreyê. Em li ber vî tîştî rabûn û ji me re gotin, ‘pirsgirêkan dernexin’.”
Tanrikûlûyê diyar kir ku polîsan ji wan re got “Hûn zû hatin, hûnê di hicreyê de bisekinin.” Her weha Celalettîn Canî xwestiye bi derfetên xwe biçe Girtîgeha Metrîsê, lê ev jî nehatiye pejirandin. (VC/FD)