Ji bo nûçeya tirkî /ingilîzî bitikîne
Li navçeya Mericê ya Edirneyê mînîbaseka penaber tê da bûn xwe li dîwarekê daye. Li gor agahîyên destkeftî 10 kesên di mînîbasê de mirine 30 kes birîndar bûne.
Siet 4.45ê sibeyê bûyer qewimîye. Li gor agahîyên tîmên gihandina hewarê eşkere kirîn, di mînîbasê de cihê rûniştinê û pencere nebûne. Zêdetirî 40 penaberan di mînîbasê da bûne.
Li gor daxuyanîya Walîtîya Edirneyê, hêzên ewlehîyê ji bo bisekine bangî mînîbasê kiriye. Mînîbas bi awayekê gelek lezgîn bi dûr ketiye. Paşê wê xwe li dîwarekê daye.
Naveçeya Meriçê navçeyeka Edirneyê ye ku li ser sînorê Yûnanistan-Tirkiyeyê ye.
(AO/MB)
Wêne: Ajansa Anadolûyê