Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Edeneyê, di saetên sibehê de du kesan bi çekan êrîş birine ser Hakan Denizli, Xwediyê Rojnameya Egemen a herêmî.
Denizli dema ji mala xwe ya li navçeya Seyhanê derdikeve û ber bi wesayîta xwe ve diçe, du kes bi çekan êrîşî wî dikin. Kesên ku nasnameya wan ne diyar, gule bera Denizliyî dane û paşê reviya ne. Denizli ji lingê xwe birîndar bûye û ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Aşkin Tufekçi. Hate zanîn ku rewşa Denizliyî baş e.
Rojnamegerê ku rastî êrîşê hatiye gotiye, ew êrîşkaran nas nake lê çend roj in ku bi rêya telefonan gefan li wî dixwin. Beriya niha jî êrîş li dijî Hakan Denizliyî çêbûne.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Komeleya Rojnamegerên Çukurovayê bi daxuyaniyeke nivîskî bûyer şermezar kiriye. Dîsa Erol Onderoglû, Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas ê li Tirkiyeyê (RSF) jî daxuyaniyek weşandiye û bal kişandiye ser êrîşên li dijî rojnamegeran.
Di 2 hefteyan de 4 rojnameger rastî êrîşê hatine
Di nava du hefteyan de li Tirkiyeyê sê jê yên herêmî, çar rojnameger rastî êrîşê hatine. Li Antalyayê Idris Ozyol û Ergin Çevik, li Enqereyê nivîskarê rojnameya Yeniçagê Yavuz Selim Demirag rastî êrîşê hatibûn.
Di pênc mehên dawiyê de heşt rojnameger rastî êrîşê hatine ku heft ji wan yên herêmî ne. (HA/FD)
Fotograf: Mutlu Güney / Anadolu Ajansı