Li Edeneyê kesek bi çekê ket hundirê avahiya şaredariyê û êrîşî cîgirê berpirsê karên taybet yê Şaredar Zeydan Karalar Samet Guduk kir.
Gudûkê ku bi 3 guleyan bi giranî birîndar bû û birin nexweşxaneyê. Her weha piştî demekê li nexweşxaneyê mir.
Li ser agahdarkirinê ekîbên polêsan çûne cihê bûyerê. Her weha êrîşkar çû qereqolê û teslîm bû. Hat diyarkirin ku gumanbar xebatkarê şaredariyê yê bi navê Mîkaîl G. ye.
Walîtî: Pirsgirêka deynan e
Têkildarî mijarê Walîtiya Edeneyê daxuyanî da û wiha got: “Hat diyar kirin ku bûyer ji aliyê xebatkarê Halk Ekmekê yê Şaredariyê M.G.yê ve ji ber pirsgirêka deynan pêk hatiye û gumanbar piştî bûyerê bi amûrê sûc hatiye girtin. "
(HA/AY)