Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) di 19ê Hezîrana (Junteenth) sala 1865an de koletî bidawî bûye û ew roj 3 sal in jî weke betlaneya federal hatiye ragihandin. Îsal cara sêyemîn e li gelek eyaletên wî welatî bi çalakiyan tê pîrozkirin.
Pîrozbahiyên 19ê Hezîranê ku Serokê DYAyê Joe Biden di sala 2021an de wek betlaneya federal îlan kiribû, li paytext Washington DC û li gelek eyaletên wek Maryland û Kalîforniyayê bi piranî bi awayê şahî û seyran pêk hatiye.
Hin ji reşikên Amerîkî yên ku beşdarî pîrozbahiyên ku lê xwarinên Afrîkî dihatin pêşkêş kirin, kincên ku çanda Afro-Amerîkî nîşan didin li xwe kirine.
Di 19ê Hezîranê de gelek rêveberên federal û herêmî jî li ser medyaya civakî peyamên pîrozbahiyê parve kirine, nûçe û bernameyên derbarê wateya rojê de di çapemeniya DYAyê de cih girtine.(AS/AY)