Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sezgin Baran Korkmaz, ji bajarê Welsê yê Awusturyayê ku li wê derê girtîbû, 5ê Tîrmehê ji bo Amerîkayê hatibû radestkirin. Korkmaz, duh 18ê Tîrmehê li eyaleta Utahê ya Amerîkayê derketiye pêşberî dadgehê.
Wê yekemîn danişîna doza Korkmaz di 21ê Îlona 2022an de birêve biçe. Li gor medyaya Amerîkî Korkmaz îdiayên derbarê xwe de red kirine û piştî dozê bo girtîgehê hatiye şandin.
Tê îdiakirin ku Korkmaz, li bajarokê Plymouthê eyaleta Utahê kompanya bi navê Washakie ya nûkirina zeyta motoran vekiriye û bi rêya kompanyayê bi Jacob Kingston û Isaiah Kingston ku her du birane ligel Levon Termendzhyan dahata xwe milyarek dolar kêm nîşan dane û bi vî awayî bac revandine û Wezareta Xezînê ya Amerîkayê xapandine.
Herwiha tê gotin ku Korkmaz ji sîxûrên Amerîkayê re derew kirine û sala 2018an Jacob Kingston û Isaiah Kingston jî xapandine.
Li Tirkiyê jî bi tohmeta sipîkirina pereyan derbarê Sezgin Baran Korkmaz de biryara girtinê hatiye dayîn û dest bi ser mal û milkê wî de hatiye girtin. Peywendiya Sezgin Baran Korkmaz ligel hejmarek berpirsên AK Partiyê hebû û çendîn wêneyên wî ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan jî hene.
Li Amerîkayê jî derbarê Korkmaz de, ji ber tawanên spîkirina pereyan û revandina bacê dozek hatibû tomarkirin. Di çarçoveya wê dozê de, Amerîkayê ji Austuryayê xwestibû ku Korkmaz bê girtin. Li ser daxwaza Amerîkayê Korkmaz 19ê Hezîrana 2021ê li Austuryayê hatibû girtin.
Dadgeha Welsê ya Austuryayê 24ê Tebaxa 2021ê biryar dabû ku Sezgin Baran Baran Korkmazê xwediyê Holdînga SBK ku bi sipîkirina 133 milyon dolarên Amerîkî tê tohmetbarkirin, radestî Tirkiyê bike. Herwiha heman dadgehê Adara 2022an jî biryar dabû, Korkmaz bo Amerîkayê bê radestkirin.
(SD/AY)