Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li bajarê Kenoshayê yê eyaleta Wisconsinê ya DYAyê duh bi şev polîsan ji paş wî de heft gule bera Jacob Blake-ê afro-amerîkayiyekê dane.
Milwaukee Journal Sentinel, rojnameya herêmî nivîsandiye ku Blake li Nexwexşaneya Froedtertê ya Milwaukeeyê tê dermankirin û rewşa wî nebaş e.
Beşa Lêpirsînê ya Cezayan a Wezareta Dadê ya Wisconsinê bi daxuyaniyekê aşkere kiriye ku rêveberiyê, karmendên peywendîdar derxistiye betlaneyê.
Walî: Ji piştê de gelek caran gule bera wî dane
Tony Evers, Waliyê Wisconsinê daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku “Îşev Jacob Blake di roniya rojê de ji piştê de gelek caran gule lê hatiye reşandin.”
Kenosha Newsê nivîsandiye û gotiye, cîranê Blake diyar kirine ku wî xwestiye du jinên şer dikin, ji hev veqetîne.
Di vê navberê de li ser medyaya civakî vîdeoyek hatiye weşandin ku dema bûyerê hatiye kişandin.
Benjamin Crump, parêzerê mafparêz vîdeo li ser Twitterê weşandiye û gotiye dema gule bera Blake dane, her sê kurên wî jî di erebeyê de bûn.
Xwenîşandanên ji bo George Floydî
Di 26ê Gulanê de polîsan li Minneapolisê George Floydê 46 salî yê afro-amerîkayî desteser kiribûn.
Di dema desteserkirinê de polîs Derek Chauvinî 8 deqîqe û 46 saniyeyan bi çoga xwe pêl stuyê Floydî kiribû û bêhna wî çikandibû. Digel ku Floydî gotibû “ez nikarim bêhna xwe bidim û bistînim” polîsî çoga ji ser stuyê wî ranekiribû û Floyd kuştibû.
Gotina Floydî ya “Ez nikarim bêhna xwe bidim û bistînim” di dema xwenîşandanan de hatibû berzkirin. (PT/FD)