Senatorên Amerîkayê Lindsey Graham û Richard Blumenthal li hember êrişên li dijî Kurdên li Rojava, pêşnûmeqanûna bi navê “Save the Kurds Act (Qanûna Parastina Kurdan)” bi awayek fermî pêşkeş kir.
Senatorê Kongreya Amerîkayê Lindsey Graham, pêşnûmeqanûna ji bo parastina Kurdan ku ev demeke li ser dixebite ji bo raya gişti ragihand. Graham, pêşnûmeqanûnê li ser hesabê xwe yê Xê jî parve kir.
Pêşnûmeqanûn ji hêla Senator Lindsey Graham û Richard Blumenthal ve hatiye amade kirin û bi navê Qanûna Parastina Kurdan hatiye binavkirin. Hêjayê gotinê ye ku ev pêşnûmeqanûn di demeke ku Kurdên Rojava rastî êrîşên giran yên çeteyên HTŞê û hevkarê wan çeteyên ser bi Tirkiyeyê ve tên de hatiye amade kirin.
Senator Graham got ku Kurd di şerê li dijî DAIŞê de yek ji hevkarên herî girîng ên Amerîkayê bûne û êrişên heyî ne tenê Kurdan, lê ewlehî û berjewendiyên Dewletên Yekbûyî jî di xetereyê de dihêlin.
Ev pêngav wekî bersivekê ye li dijî êrişên dubare yên hêzên hikûmeta Sûriyeyê yên li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).
Pêşnûmeyasa daxwaza sepandina cezayan li ser berpirs û saziyên darayî yên hikûmeta Sûriyeyê dike.
Her wiha ew kesên biyanî jî dikevin ber cezayan ku bi her awayî, çi leşkerî be yan darayî, alîkariya hikûmeta Sûriyeyê dikin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya senatoran, piştî hilweşîna hikûmeta Esad, Serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şer di bin navê yekxistina welêt de dest bi kampanyeyek li dijî HSDyê kiriye.
Di daxuyaniyê de tê gotin, "Belge hene ku êrişên li HSDyê bi hemahengî û alîkariya Tirkiyeyê têne kirin."
Di navçeyên di bin kontrola HSDyê de zindanên DAIŞê hene ku ji aliyê hêzên Kurdan ve tên parastin û nêzîkî hezar leşkerên Amerîkayê jî li wir in. Êrişên li Kurdan ne tenê gefê li aramiya herêmê dixwin, her wiha ewlehiya leşkerên Amerîkayê û pêwendiyên bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re jî dixe metirsiyê. Yek ji metirsiyên sereke jî egera serhildana dubare ya DAIŞê ye.
"Hûn dê şaşbûneke mezin bijîn"
Lindsey Graham li ser pêşnûmeyasayê got, "Ez bawer im piştgiriyeke xurt a her du partiyan heye ji bo parastina Kurdan li Sûriyeyê û derveyî wê, çunku ew hevpeymanên cihê baweriyê yên Amerîkayê ne.
HSDyê ku hêmaneke mezin a Kurda tê de ye, di serdema yekem a Serok Trump de barê giran ê şerê têkbirina DAIŞê hilgirt."
Graham herwiha hişyarî da û got, "Ez dizanim Sûriye ji aliyê çandî, etnîkî û siyasî ve aloz e.
Lêbelê, êrişkirina li Kurdan pêgeha Amerîkayê gelekî lawaz dike û rê li ber geşbûna Sûriyeyê wekî welatekî digire. Ji wan welat an komên ku bawer dikin êrişkirina li Kurdan li Sûriyeyê bê encam e re dibêjim; hûn dê şaşbûneke mezin bijîn."
Senator Richard Blumenthal jî tekez kir, "Bi baweriya min divê em Kurdan li Sûriyeyê biparêzin û gavan bavêjin ji bo em piştrast bin ku ew li hemberî her tolhildaneke hikûmeta Sûriyeyê parastî dibin."
Xalên pêşnûmeyasayê
Pêşnûmeyasaya "Parastina Kurdan" çend xalên girîng li xwe digire:
- Sepandina cezayan li ser berpirs û saziyên hikûmeta Sûriyeyê û her aliyê biyanî ku piştevaniya wan dike.
- Naskirina rola HSDyê ya di jiholêrakirina DAIŞê de.
- Pênasekirina Desteya Tehrîr el-Şam (HTŞ) wekî Rêxistina Terorîst a Biyanî (FTO).
- Ji bo derxistina navê Sûriyeyê ji lîsteya welatên piştgiriya terorê dikin, divê Kongre biryarê bide.
- Desthilatê dide serokê Amerîkayê ku cezayan rawestîne, bi şertê ku ji Kongreyê re piştrast bike hikûmeta Sûriyeyê hemû êrişên li ser HSDyê rawestandine.
- Eger hikûmeta Sûriyeyê dest bi êrişan bike, divê serok yekser hemû cezayan vegerîne (Snapback).
(TY/AY)
