Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li eyaleta Pennsylvaniayê ya DYAyê, roja şemiyê (13ê Tebaxê) di saetên êvarê de kesekî bi wesayita xwe ajotiye ser komeke mirovan. Ji ber vê bûyerê kesek miriye, 17 kes jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeya CNN Internationalê, piştî vê bûyerê gumanbarê li bajarokekî din dêya xwe kuştiye, hatiye desteserkirin.
Koma mirovan ji bo 10 kesên di 5ê Tebaxê de li bajarokê Berwickê yê Columbiayê di dema şewatê de can dane û birîndar bûne, alîkarî berhev dikirin. Ajokarî wesayita xwe ajotiye nava vê komê.
Polîsên Eyaleta Pennsylvaniayê derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye. Li gorî vê daxuyaniyê polîsên Berwickê û yên eyaletê dema çûne cihê bûyerê, dîtine ku kesek miriye û gelek kes birîndar bûne.
Birîndar birine nexweşxaneyên nêzîk ên li herêmê. Navenda Tipê ya Geisingerê ragihandiye ku wan 15 kesên birîndar derman kiriye.
Berdevka navenda tipê Natalie Buyny ji CNNyê re gotiye ku rewşa çar birîndaran nebaş e. (SD/FD)