Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ji ber êrîşa li hemberî xwepêşandana di 17ê Gulanê de, ji bo 12 polîsên parastina serokomariyê biryara girtinê hat standin ku bûyer li Washîngtonê paytexta DYAyê di dema serdana Serokomar Recep Tayyip Erdogan a de qewimî bû.
Li gorî nûçeya Dengê Amerîkayê Şaredarê Washîngtonê Mûrîel Bowser û Midûrê Emniyeta Washîngtonê Peter Newshamî di civîna çapemeniyê de gotine, li gorî tespîta wan, 18 kes ji ber di nava bûyerê de cî girtine tên sûcdarkirin ku 12 polîsên parastina Erdoganî jî di nav de ye. Li gorî heman daxuyaniyê ji bo 14 kesê ku hîna xwe negîhandine wan biryara zeftkirinê hatiye derxistin.
Ji kesên ku êrîşî xwepêşanderan kirine Sînan Nargîn li eyaleta Vîrgînîayê û Eyup Yildirim jî li eyaleta New Jerseyê di nava hefteyê de hatibûn girtin. Hemwelatiyên DYAyê Jalal Kheirabaoi û Ayten Encmî jî roja ku bûyer qewimî bû hatibûn girtin.
Bowser: Êrîş li ser nirxên me pêk hat
Şaredar Bowserî bûyera ku 9 kes di encamê de birîndar bibûn careke din şermezar kir û wiha axivî:
“Ev bûyer heqareteke li ser nirxên me yên ku em weke Washîngtonî û Amerîkayî wan hildigirin û li gorî xala yekemîn a destûrê jî êrîşeke aşkere ye”.
Midûrî Emniyeta Washîngtonê Newshamî jî diyar kir ku hîna nasnameya hin gumanbara nehatine tespîtkirin û ew li ser vê mijarê kar dikin. Herwiha Newshamî got ku ew ê di vê mijarê de ji gel alîkariyê bixwazin. (EKN/FD)