Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Polîsên Amerîkayê du tirk desteser kirin ku bi beşdarbûna êrîşa li ber Serkonsolosiya Tirkiyê ve tên sûcdarkirin. Serokomar Recep Tayyip Erdoganî di 16ê Gulana 2017ê de serdana Washingtonê kiribû û li vir komeke ku di nava wan de polîsên parastina Erdoganî jî tê de ne, êrîşê xwepêşanderan kiribûn.
Emniyeta Washîngtonê daxuyaniyeke kurt da û aşkere kir ku Sînan Narîn li eyaleta Vîrgînîayê hatiye girtin.
Di heman daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Eyup Yildirim jî li eyaleta New Jerseyê hatiye girtin û ew derxistine pêşberî dadgehê.
Li gorî nûçeya Associated Pressê parêzer Davîd Holman ê ku ji hêla dadgehê ve ji bo Eyup Yildirimî hatiye wezîfedarkirin daxwaza zindanîkirina malê xwestiye lê dadwer James Clarkeî diyar kiriye ku tiştê wî eleqedar dike ne rîska reva Yildirimî ye lê asta sûcê ku hatiye kirin e.
Her du kesên hatine girtin wê bi sûcên êrîşê bên darizandin ku cezayê giran tê xwestin. (HK/FD)