Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) Polîsên Kongreyê duh (19ê Tîrmehê) 35 kesên ku dixwestin ji bo mafên kurtajê li ber Dadgeha Bilind xwepêşandanê pêk bîne, desteser kirine. Di nav kesên ku hatine desteserkirin de 17 endamê Meclîsa Nûneran jî hebûye. Kesên weke Alexandria Ocasio-Cortez û Ilhan Omar jî di nav wan de bûye.
Polîsê Kongreyê li ser Twitterê daxuyanî daye û gotiye, "Me 35 kes ku 17 endamên Kongreyê jî di nav de ne, ji ber ku qerebalixî çêkirine, rê girtine û bûne sedema aloziyan desteser kirine."
Dadgeha Bilinda DYAyê di 24ê Hezîranê de biryara “Roe-Wade” ya ku kurtajê wek mafekî destûrî nas dike, betal kiribû. Xwepêşander jî ji bo vê biryarê protesto bike kom bûbûn.
Ji parlamenterên desteserkirî Îlhan Omerê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dîmenên dema desteser kirinê parve kiriye û wiha gotiye:
"Ez îro bi hevalên xwe yên din yên endamên Kongreyê re di dema berxwedana sîvîl de li ber Dadgeha Bilind hatim desteserkirin. Ji bo êrîşên li ser mafên min yên zarok anînê çi ji deste min bê ez ê bikim û vê bidomînim."
Today I was arrested while participating in a civil disobedience action with my fellow Members Congress outside the Supreme Court.
— Ilhan Omar (@IlhanMN) July 19, 2022
I will continue to do everything in my power to raise the alarm about the assault on our reproductive rights! pic.twitter.com/rpFYOGBDf4
Li gorî nûçeya CNN Internationalê di nav kesên ku ji bo mafên kurtajê xwepêşandan saz kirine û hatine desteserkirin de ev parlamenter hene:
o Katherine Clark (Massachusetts)
o Ayanna Pressley (Massachusetts)
o Barbara Lee (California)
o Jackie Speier (California)
o Sara Jacobs (California)
o Ilhan Omar (Minnesota)
o Bonnie Watson Coleman (New Jersey)
o Andy Levin (Michigan)
o Rashida Tlaib (Michigan)
o Jan Schakowsky (Illinois)
o Madeline Dean (Pennsylvania(
o Cori Bush (Missouri)
o Carolyn Maloney (New York)
o Nydia Velazquez (New York)
o Alexandria Ocasio-Cortez (New York)
o Alma Adams (North Carolina)
(SD/AY)