Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber serma qutbî û bagerê li Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) û Kanadayê, bi kêmanî 38 kes mirine.
Li gorî nûçeya malpera nûçeyan a CBCsê, li Erie Country ya New Yorkê bi kêmanî 10 kes, li Ohioyê bi kêmanî 10 kes, li Missouri û Kansasê jî di encama du qezayên trafîkê de jî şeş kes mirine. Li Vermontê darek wergeriyaye û jinek di bin de maye. Li Coloradoyê jî mêrekî bêmal ji ber sermayê, li Wisconsinê jî jinek ketiye çemekê qeşagirtî û miriye.
Li Kanadayê jî otobisek li ser rêya qeşagirtî qelibiye û çar kes mirine.
Bagera bi navê "Elliot" û sermaya qutbî ya bandorê li Amêrîkaya Bakur dike, bi taybet jî li bajarê Buffaloyê yê eyaleta New Yorkê jiyana rojane sekinandiye. Li bajêr elektrîka bi hezaran malan qut bûye û gelek wesayît di rê de mane.
Li gorî nûçeya CNN Internationalê, ji ber heman sedeman zêdetirî 2 hezar û 800 geştên asmanî betal bûne.
Bagera ku "dibe ji sed salê carekê bê dîtin" ji Gola Mezin a Kanadayê heta Rio Grandeyê li ser sînorê Meksîkayê bandor kiriye. Li gorî zanyariyan ji sedî 60ê serjimara DYAyê di bin bandora wê de maye. (SD/FD)