*Tehran / Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li eyaleta Kentucky-yê ya DYAyê, ji ber barana zêde û lehiyê, bi kêmanî 15 kes mirine.
Waliyê Kentucky-yê Andy Beshearî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsiye û gotiye: "Ev, karesateke xwezayî ye. Bi barana ku îşev wê bibare, dibe ku reşw xerabtir bibe.
Li gorî nûçeya CNN Internationalê, Ofîsa Parêzvaniyê, Beşa Masî û Jiyana Pesar, polîsên eyaletê û saziyên rêveberiya rewşa lezgîn ên herêmî midaxeleyê li krîzê dikin. Serwîsa Rewşa Hewayê ya Netewî bi daxuyaniyekê diyar kiriye ku li herêma Hazardê di saetên şevê yên 28ê Tîrmehê de ji 9 încê (~26 santîmetre) zêdetir baran bariyaye û çem û robarên li herêmê fûriyane.
Welatiyên li rojhilatê Kentucky-yê dimînin, ji bo lehiyê hatine hişyarkirin û ev hişyarî heta 1ê Tebaxê, saetên êvarê hatiye dirêjkirin.
Li Tehranê 18 kes mirine
Li gundên derdora Tehranê, paytexta Îranê jî ji ber baranê lehî rabûye û di encamê de heta niha 18 kes mirine.
Serokê Navenda Krîzan a Netewî Hasan Namî ji televizyona dewletê re daye xuyakirin ku li gundê Veskareyê yê li rojhilatê Tehranê ye, kesek miriye û 14 wesayît di bin avê de mane.
Namiyî diyar kiriye ku li gundê Merzdaranê rewş nebaş e û gelek mal di bin avê de mane, li gund hezaz bûye. Li gorî zanyariyên ku Namiyî dane, li Mezdaranê heta niha şeş kes mirine, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê jî didomin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA), Serokê Rêxistina Alîkarî û Rizgarkirinê ya Kizilayê Mûrtaza Mûradîpûrî gotiye, li Îmamzade Dawûdê yê li bakûr rojavayê Tehranê ye, cesedê du kesan dîtine.
Mûdarîpurî di dewama axavtina xwe de diyar kiriye ku hejmara kesên li vir ji ber lehiyê mirine, gihîştiye 8an. Her weha 19 kes wenda bûne û li wan digerin. (SD/FD)