Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li navçeya Golyaka ya Duzceyê duh bi şev saet di 04.08ê de erd hejiyaye. Li Stenbol, Enqere û çendîn bajarên din jî niştecih bi erdhejê hisiyane.
Li gorî zanyariyên destpêkê kesek nemiriye. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Kocayî aşkere kiriye ku 35 kes birîndar bûne.
Serokatiya Rêvebiriya Karesat û Rewşên Awarte (AFAD) diyar kiriye ku pileya erdhejê 5,9 e û 6,81 kîlometro di bin erdê de bûye. Enstîtuya Lêkolînên Erdhejê ya Resetxaneya Kandîlliyê ya Zanîngeha Bogaziçiyê jî gotiye ku pileya wê 6 e û 10,6 kîlometro di bin erdê de bûye.
AFADê her weha destnîşan kiriye ku piştî erdhejê 74 erdhejên din pêk hatine û ji bo kontrolkirinê elektrîk li herêmê hatiye birîn.
Avahiya edliyeyê jî tê de ziyan gihîştiye komeke avahiyan û ji bo tedbîrê welatî derketine ji derve.
Wezîr Koca: 35 kes birîndar bûne
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Kocayî vê sibê saet di 7.13 deqîqeyan de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşandiye û tê de gotiye ku yek jê giran 32 kes li Duzceyê, yek li Bolûyê, yek li Zongûldakê, yek jî li Stenbolê li ser hev 35 kes birîndar bûne.
Walîtiya Duzce, ya Sakarya û Bolûyê diyar kirine ku ji ber erdhejê dibistan ji bo rojekê hatine betalkirin. (SD/FD)