Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Çar çelek, li Qada Parastina Jiyana Kovî ya Gola Efteniyê ya li navçeya Golkayaya Duzceyê, di nava çiravê de man.
Li herêmê beriya niha bi du mehan av rabûbû û paşê jî herêm bûbû çirav.
Niştecihên gundê Paşakonagiyê, bi xwe ajalek rizgar kir, lê nikarîbûn yên din ji çiravê derxin. Wan jî alîkarî ji 112 Navenda Lezgîn Banga Lezgîn alîkarî xwest.
Li gorî nûçeya di Ajansa Anadolûyê de hatiye weşandin, tîmên agirkujiyê bi qasî 2 kîlometroyan meşiyan û paşê gihîştin herêmê. Tîman ajal bi werîsan girê dan û ew rizgar kirin.
Yek ji endamên Şêwra Gund, Mustafa Mecîtî ji rojnamegeran re got, “Me yek derxist. Lê yên din nekarîbû derxista. Min telefonî 112yê kir, agirkuj û cenderme hatin. Xwedê ji wan razî be.” (TY/FD)