Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Komîseriya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku li gor hejmarên heta 2016ê hatîn tomarkirin, ji ber şer û krîzan 22 milyon û 500 kes bi mecbûrî ji welatên xwe derketine.
Li gor rapora komîseriyê li dinyayê 65,6 milyon kes bi zorê ji warê wan hatine derêxistin.
Ev hejmar eşkere dike ku li dinê ji her 113 kesan, kesek bi zorê ji warê wan hatine derêxistin.
Ew kesên ji ber şerî mecbûr mane terka warê xwe bikin 40 milyon û 300 kes in.
Hejmara wan kesên di sala 2016ê de bûyîn penaber 300 hezaran ji hejmara penaberên sala 2015ê zêdetir bûye.
Ji Sûriyeyê 5 milyon û 500 kesan, ji Afganîstanê 2 milyon û 500 kesan û ji Sûdanê milyonek û 400 kesan terka welatê xwe kiriye.
Li gor daneyên di raporê de, 2 milyon û 900 penaber li Tirkiyeyê dimînin.(YY/MB)