“Xwediyê malê xwest ku kirêya xaniyî zêde bike. Min jî qebûl kir. Paşê careke din xwest zêde bike, vê care min qebûl nekir. Ne qanûnî bû, dest bi gefan kir. Got ‘Li Tirkîyeyê pergal wiha ye. Tu yê yan vê zêdekirinê qebûl bikî yan jî ava te, ceyrana te wê were birîn’. Ez tirsiyam, min ji xwe re xaniyekî din dît û ez derketim.”
Ev, gotinên dersdara bi nave B*.yê ye. Ew li Dîlokê di dibistaneke dewletê de dersan dide ango karmendeke dewletê ye. Dema tayîna wê derketiye Dîlokê û ew hatiye bajêr û xwestiye ji xwe re xaniyekî kirêkirinê bibîne. Lê gelek zehmetî kişandiye û tiştên bi vî rengî hatine sere wê.
Çendîn xwendekarên jin jî li Dîlokê rastî heman rewşê hatine. Ew bi gilî û gazindin. Li gorî gotinên wan, xwediyên xaniyan wan tacîz dikin, gefan li wan dixwin.
B. yek ji wan xwendekaran e:
"Bajarê Dîlokê dişibe Stenbolê. Belê Stenbol gelekî rengîn e. Lê Dîlok jî çend sal e ku gelekî cudahî di bedena xwe de neqş dike. Li gorî nêrîna min, mirov dikare vê cudahiyê bi peyva 'kaotik' ve penase bike. Gelek kes û cudahî hene. Her mirov li gorî fikr û ramanên xwe, edetên xwe, exlaqa civakên xwe ve dixwazin bijîn. Ger ku bajar ji vê keskesorê re çavên xwe bigire, pirsgirêk hîn girantir dibin. Ez bi tena serê xwe hatim vî bajarî. Ne nas, ne heval û ne jî hogirek hebû. Ji xwe re li xaniyekî geriyam û min yek dît. Cara yekem e ku ez bi tena serê xwe li bajarekî mezin dijîm û li xaniyan digerim. Dema min dît, min peymana kirêkirinê îmze nekir. Ev kêmasiya min bû. Li cem me, gotina te dikeve dewsa peymanan. Min nizanibû.
"Dema pêşî pirsgirêk tune bû. Wextek şûn de, xwediyê xaniyî xwest ku bihayê kirê zêde bike. Min jî qebûl kir. Piştî demekê dîsa xwest zêde bike. Vê carê min qebûl nekir. Ne qanûnî bû, dest bi gefan kir. Got ‘Li Tirkîyeyê pergal wiha ye. Tu yê yan vê zêdekirinê qebûl bikî, yan jî ava te, ceyrana te wê were birîn. Ez ê te bidim dadgehê. Ji xwe tu bitenêyî li vê derê. Pişta me saxlem e' û hin tiştên din gotin. Ez tirsîyam, min jî xaniyekî din dît û ez derketim. Çi bikim? du, sê hezar li min zêde nehat, ji ber tirsa min. "
Gefan dixwin
Li Zanîngeha Dîlokê 47 hezar û 302 xwendekar dixwînin. Li gel pirsgirêkên din ên xwendinê, xwendekar nikarin xaniyên kirêkirinê peyda bikin.
X. A. demeke dirêj e ku li Dîlokê dijî. Ew dibêje xwediyên xaniyan xwe weke “nobedarê namûsê” dibînin. Ew, ji vê gelekî aciz e. Wê behsa serpêhatiyên xwe yên di dema geryana xaniyê kirêkirinê de bi van gotinan vegot:
"Ev nobedarî hîn jî berdewam dike. Demek beriya niha, em ji bo hevalên xwe li xaniyan digeriyan. Me xanî didîtin, me dipirsî ka kirêya wan bi çi ne? Gotina yekem ev bû, ‘hevalên we yên jin an jî mêr nikarin bên. Qedexe ye.' Ka bêjin ji we re çi ye? Hemû pirsgirêk, mijar qedîyan, gelo ev çûyîn û hatina hevalên me man? Ên ku xaniyan didin kirê, li derdora zanîngehê, hevdu nas dikin. Rêyek çend çiqil e nizanim. Tu yekê derbas dikî, yeke din derdikeve pêşberî te."
D. I. piştî lîsansa xwe li Dîlokê qedandiye, li heman bajarî dest bi lîsansa bilind kiriye. Xwediyê xaniyê ku ew tê de ye, jê xwestiye kirêyê zêde bike. Wê qebûl nekiriye û wî dest bi gefan kiriye.
"Dema ku nû hatim, li vê derê ewqas pirsgirêkên giran tune bûn li gor nêrîna min. Lê belê rewşa siyasî, aborîya Tirkiyeyê diguhere. Ev guhertin di rûyê civakê û esnafan de dertê der. Mirov heya cihêkî vê guhertinê dipejirîne. Xwedîyê xaniyê min, xwest ku kirê zêde bike. Min jî qebûl nekir, di navbera me de nîqaş çêbû. Piştî vê nîqaşê, dest bi gefan kir. Got, ‘ez ê ava we, ceyrana we bibirim’. Ji xwe ev daxwazîya wan ne qanûnî ye. Ez ji xeynî kirê, heqê av, ceyran û xazê bixwe didim. Piştgriya malbata min nebe, ez nikarim ji binî vî derbikevim. A niha dengê xwe nekirîye. Li bendê ne ku dê çawa çêbe."
Hin xwediyên xaniyan jinan tacîz dikin
Ji bilî gefxwarinan, hin xwediyên xaniyan xwendekaran tacîz dikin. Yek ji wan M.Ê û hevala xwe ye.
"Ez û hevala xwe li ser rojnamegeriyê lîsansa bilind dikin. Di vê demê de tirsa min a herî mezin bihabûn bû. Lê belê dema gera me ji bo xaniyan destpêkir, min nihêrî ku hîn xwedîyên malan ne tenê li pey peran e. Bi gotinên xwe ve, nêrînên xwe ve mirov eciz dikin. Ji xwe bi pêşniyaran ve tên, dibêjin 'ez dikarim alîkarîya te bikim.' Gelekî eciz bûm. Me li hev nekir û em çûn. Lê piştî çûyîna me hîn telefonî me dikin, peyaman dişînin. Ez ditirsim ku bi xwediyê malan re tenê bikevin nava nîqaşan an jî axaftinan. Bûyereke bi vî rengî hate serê hevala min. Dema ku diçe ji bo malê, ew û hevalek me ya din, rêvebirê avahîyê derî li ser wan digire. Qaşo wê avahiyê nîşanî wan bide. Dipirse 'hûn kîjan beşê dixwînin?'. Hevala min dibêje ‘rojnamegerî’. Bi vê bersivê re ew jî dibêje ku 'hemû rojnameger derewçîn in.' Ev rewşên wisa jî bo me gelekî zehmet in. Bi taybetî jî, ji bo hemû xwendekar û kedkarên jin."
(LY/FD)
*Ji ber ewlehiya wan, xwendekaran û dersdarê nexwestin navên wan bên nivîsandin