Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilizî bitikine
Li Dîlokê polêsan operasyon birin ser malekê. Endamên rêxistina DAIŞê yên ku di malê da bûn, lê nihêrîn ku wê werin girtin, xwe teqandin.
Li ser îxbarekê rêyên taxa Guneykenta navçeya Şahînbeyê bi wesayîtên zirxî ve girtin û operasyon birin ser maleke ku endamên DAIŞê lê hebûn. Endamên rêxistina terorê dema ku dîtin ewê bên girtin, xwe teqandin.
Di encama wê teqînê de 3 polês hatin kuştin, 5 polês û 3 kesên sûrî jî birîndar bûn.
Waliyê Ali Yerlikaya ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ev demeke îxbarek gihîştîbû wan ku digotin wê êrîşeke xwekujiyê wê li Komeleya Çanda Elewiyan bê kirin. Li ser vê îxbarê mala endamên rêxistina terorê DAIŞê hat tespîtkirin û operasyon hat kirin.
Yerlîkaya got ku dema operasyonê terorîstan xwe teqandine û wiha axivî: "Mixabin 3 polêsên me şehîd ketin û jê 4 sûrî 8 kes birîndar bûn."
(BK/YO)