Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li dijî zayendperestiya di karên akademiye de kampanyayek îmzeyan dane destpêkirin. Komekê bi ser navê “Lêkolîner û çalakvanên feminist, queer û LGBTI+ li dijî tundkariya mêran û nêrzayî a di karên akademiyê de” kampanya dane destpêkirin ku heta vê seatê (26ê Hezîrana 2020an) 239 kesan îmze avêtine bin metna kampanyayê.
Komê metna kampanya li ser hesabên xwe yên medyaya civakî û li ser malpera xwe weşandine.
Di destpêka metnê de nivîsandine ku “Ev dengê ku hûn dibihîzin dengê înyad û têkoşîna me ye.”
Komê her weha ev tişt nivîsandine:
Em ew akademisyen û çalakvan ên feminîst, queer û LGBTI+ ne ku ji ber di karên akademiyê de tundkariya mêran û nêrzayî hatine li me hatiye kirin em hatine ba hev. Em ji bo piştgiriyê xurtir bikin, ji bilî mêrên natrans heteroseksüel, herkesên ku karên bi ewle yan jî bê ewle di akademiye de dikin, lêkolînerên serbixwe, herkesên ku xwe parçeyek ji karên akademiyê dibînin û ji her derdorê çalakvan dixwazin vî metnî hanê îmze bikin.
“Divê herkes jin, kesên queer û LGBTI+ jî tê de hemû kes îmtiyazên xwe, bêdengiya xwe, hevalbendiya xwe ya di sûckirinan de, failtiya xwe, piştgiriya xwe ya aşkere yan jî sergirtî ya ji bo failan binirxîne."
Kesên ku bixwazin îmzeyê bavêjin bin metnê navborî divê mailekê ji navnîşana [email protected]-ê re bişinin. (EMK/FD)